Barzanî û Obama çi li ser pêşeroja kurdan axivîn, Bersiva Obama çi bû?
Roja 3yê vê mehê Mesûd Barzanî gihîşt welatê Amerîkayê û 5ê Gulanê li Koşka Spî ligel Serokê wî welatî Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden civiya.
Barzanî piştî civîna xwe ligel Obama ragihand ku, civîna wan pir serkeftî bû.
Dema ku li Amerîkayê pirsa serxwebûnê ji Barzanî dihat kirin, pir bi hesasî li ser wê mijarê diaxivî û digot: “Tenê ez karim bêjim ku civîna me pir serkeftî bû. Dema ku ez vegerim Kurdistanê ezê ligel partiyên siyasî rûnêm û biaxivim.” Barzanî ti agahiyên din li ser wê yekê belav nekir.
Bersiva Obama çi bû?
Beriya serdana Barzanî bo Amerîka, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand: “Pirsa serxwebûnê wê di civîna Barzanî ligel Obama de were behiskirin.”
Roja 8ê gulanê, dema Barzanî ligel revenda kurdî li wî welatî civiya, ragihand ku, wan pirsa dewleta serbixwe ligel Koşka spî bi awayekî têr û berfireh behis kirin.
Yek ji amadebûyên civîna Barzanî ligel Obama ji Rûdawê re ragihand: Derbarê dewleta Kurdistanê, Serok Barzanî ji Obama re got: “Emê dewleta serbixwe her rabigihînin.”
Derbarê bersiva Barack Obama jî, wî jêderî wiha got: “Obama ji Serok Barzanî re got, ez hêviyên gelê kurd baş fêm dikim, lê şensekî bidin Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî. Lê Serok Barzanî gotiye ev derfeta dawî dibe ji Iraqê re.”
Beriya serdana Barzanî bo Amerîka bi 2 hefteyan, Ebadî li Koşka Spî mêvanê Obama bû. Amerîka girîngiyeke taybet da wê serdana Ebadî.
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Spî 2 saetan dirêj kir, Serokê Amerîya bi xwe nîv saetê ligel Barzanî û şanda Kurdistanê civiya.
Berpirsekî amerîkî agahiyên zêdetir li ser naveroka wê civînê belav kir û wiha got: “Koşka spî ji Barzanî re gotibû ku ti pirsgirêka wan tune ye ku kurd dewleta xwe rabigihînin.”
Herwiha dema Wezîrê Derve yê Amerîka Jone Kerry serdana Hewlêrê kir ji Barzanî re got: “Ti pirgirêka Amerîka bi ragihandina dewleta kurdî re tune ye, lê gelo niha dem gunca ye bow ê yekê?.”
Wî berpirsê Amerîkayê wiha got: “Ev cara yekê ye ku îdareya Amerîka wiha bi eşkere ligel kurdan behsa dewleta kurdî dike.”
Berdevkê Encumena Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê, Alastair Basky derbarê pêwendiyên di navbera Washington û Hewlêrê de piştî serdana Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Têkelî pir bi hêz in ji aliyê fermî ve û li ser asta herdu gelan de. Tiştên gelên Amerîka û Kurdistanê bi hev girê didin pir bi hêz in. Em 2 hevpeymaniyê sirûştî ne di şerî li dijî DAIŞê de.”
Rudaw
