Dema dewleta kurdî tê holê Bexda guvaşan zêdetir dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ew rêjeya petrolê ya ku Bexda daxwaza wê dikir, em ji wê re hinarde dikin, lê Hilûmeta Iraqê ne amade ye para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê wan re bişîne.
Beşek ji aliyên siyasî yên Iraqê dibêjin, ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku daxwaza mafên xwe bike, lê dema aliyek pêbend nebe, tu demê nakokiyên siyasî çareser nabin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di nava Hevpeymaniya Şîeyan de çend kesek ku yek ji wan Husên Şehristanî ye, berdewam guvaşên siyasî dixin ser Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku para Herêma Kurdistanê neşîne û nakokî girêdayê bimînin.
Biryar bû ku şanda Kurdistanê careke din serdana Bexdayê kiriba, lê neşandina budce ji aliyê Bedayê ve, ew serdan bo demeke nediyar hat paşxistin.
Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Bexdayê bi sistî pêşwazî li pêngavên Herêma Kurdistanê dikin.
Dawiya sala borî, Hewlêr û Bexda li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike, Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Hewlêrê.
Duhî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Eger Bexda dixwaze li ser bingeha wê yekê ligel me helwest bike, ku ew tenê kiryar ango muşteriyê petrolê ne, wê demê ti pirsgirêka me nîne, lê divê rêkeftina me ligel Bexda nû bikin, ji ber ku divê em hinek xalan ji wê rêkeftinê biguherin.”
Hefteya borî Bexda 543 milyar dînar ji Hewlêrê re şand, lê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin ew pere pir kêm e û gerek 800 milyar dînar li hember hinardekirina petrolê di meha Nîsanê de, şandiba.
Rudaw
