Ala Kurdistanê li Mûsilê hat bilindkirin!
Çavkaniyekî ji Rûdawê re got, duh li devera Gobcelîlê ya Mûsilê ala Kurdistanê ji aliyê hinek kesên nenas ve li cihekî bilind hatibû danîn lê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat daxistin.
Wî jêderî diyar kir ku çekdarên DAIŞê piştî bûyera ala Kurdistanê, tedbîrên tund li wê deverê girtin û dest bi lêgerîna wan kesên ku ala Kurdistanê daçikandibûn, kirin.
Ji aliyekî din, balafirên şer îro li eniya Başîk û Behzanê ya Mûsilê li çekdarên DAIŞê dan, di encamê de 15 çekdar hatin kuştin.
Rudaw
