Heta niha 4451 welatiyên Êzidî bûne qurbanî
Li gorî lêkolînek meydanî Iraqî, piştî ku DAIŞê di serê meha Tebaxa par de Şingal dagîrkir û heta niha 4451 welatiyên Kurdên Êzidî hatine şehîd kirin û revandin.
Lêkolîner “Daûd Xetarî” ji (Malûma News) re ragihand ku, bi şêweyekî meydanî ev lêkolîn encamdaye di riya dîtina malbatên qurbaniyan û guhdariya li wan, diyarbû ku hejmara qurbaniyan 4451 welatî ne, 1137 welatiyên Kurdên Êzidî şehîd bûne, 3304 welatî jî hatine revandin, 1629 welatî hatine azadkirin ji wan 340 zilamin, 760 jinin û 529 jî zarokin.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, bêhitrê wan welatiyan xelkê gund û bajarokên başûrê Şingalê ne ku di destpêka êrîşên DAIŞê de deverên wan hatibûn dagîrkirin.
Di vê lêkolînê de navê temam yê hemî qurbaniyan, temen, regez û cihê wan hatine tomarkirin.
Basnews
