• Tuesday, 17 February 2026
logo

EWROPA- Barzanî serdana çend welatan dike

EWROPA- Barzanî serdana çend welatan dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya li Amerîkayê bi dawî anî û ber bi Ewropayê bi rê ket, ku biryar e li wir serdana çend welatan bike.

Barzanî piştî 7 rojan li welatê Amerîka, îro ligel şanda Kurdistanê ber bi Ewropayê ve bi rê ket, da ku li wir jî şerê li dijî DAIŞê binirxîne û daxwaza alîkariyên zêdetir bo Hêzên Pêşmerge bike.

Li gor agahiyan, di serdana Ewropa de, wê destpêkê serdana Komara Çekê bike û ligel berpirsên wî welatî rewşa şerê li dijî DAIŞê binirxîne.

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re di destpêka serdana xwe de bo Amerîkayê, li Koşka Spî ligel Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden civiyan.

Civîna girtî bû û jibilî fotograferê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Koşka Spî ti rojnamevanekî din di civînê de amade nebû.

Barzanî piştî wê civînê gotarek li Navenda Bazirganiyê ya Amerîkayê pêşkêş kir û derbarê civîna xwe ligel Obama ragihand: “Civîna me pir serkeftî bû. Min spasnameya gelê Kurdistanê gihand Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden, li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine.”

Roja 6ê Gulanê li Enstîtuya Atlantîkê li Washingtonê panêlek hat lidarxistin. Di wê panêlê de Barzanî behsa siyaseta Kurdistanê û naveroka hevdîtina xwe û Obama kir her wiha bersiva pirsan jî da.

Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirseke Rûdawê de ku gelo di hevdîtina bi Obama re behsa dewleta kurdî kiriye yan na, ragihand, di hevdîtinê de behsa her tiştî hat kirin û wiha axivî: “Lê vê gavê şerê DAIŞê li pêşiya me ye. Amerîka jî pir rijd e li ser wê ku çek bigihîje destê Pêşmerge. Bila çekan bidin Pêşmerge îja bi kîjan rêyê re didin, ne girîng e.”

Roja 6ê Gulanê Barzanî û şanda pê re serdana Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon)ê kirin û ligel Wezîrê Bergiriyê Ashton Carter û Serfermandarê Hêzên Amerîka Martin Dempsey û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Bergiriyê Amerîka Eliza Slutkin civiyan.

Di wê civînê de, Ashton Carter ragihand ku Hikûmeta Amerîkayê girêda ye bi alîkariyên xwe yên leşkerî bo Herêma Kurdistanê û tekez kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên Hêzên Pêşmerge di warê çek û leşkerî de, kêmasiyê nake. Herwiha ji bo wêrekî û qurbanîdana Pêşmerge dîsa pesnê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge da.

Duhî Barzanî li eyaleta Verginia ya Amerîka bi kurdên wê eyaleta Amerîkayê re rûnişt û li ser gellek mijaran agahî da wan.

Di wê rûniştinê de, Barzanî got, Pêşmerge dê rola xwe di wê operasyonên de bilîze lê rewşa Mûsilê taybet e. Helbet eger rêkeftinek siyasî were kirin wê demê Pêşmerge dê bi dilgermî beşdarî şerê Mûsilê bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Washington di hevpeyvîneke kurd de ligel Rûdawê de, behsa serdana xwe bo Amerîka dike û dibêje, civîna wan ligel Serokê Amerîka Barack Obama ji tişta ku wan jê çaverê dikir serkeftîtir bû. Herwiha da zanîn ku derbarê şandina çekan bo pêşmerge berpirsên Amerîkayê em piştrast kirin.

Barzanî wiha got: “Me soz û piştrastî ji pilebilindtirîn berpirsên dewleta Amerîkayê wergirt, ku ji niha û pê ve çek nema dereng ji Hêzên Pêşmerge re tên şandin.”

Mesûd Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Têgiheştineke temam ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê kurdî bi giştî.”

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, ku 3yê vê mehî çûn Amerîka, îro ber bi Ewroyayê ve bi rê ket, ku biryar e serdana Komara Çek û Meceristanê bike

Endamên şanda Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî, ji her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret Resul, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman pêk hatibû.

Rudaw
Top