• Tuesday, 17 February 2026
logo

Gotara serokwezîr di konferensa perwerdeyê de

Gotara serokwezîr di konferensa perwerdeyê de
Amadebûyên birêz ev dema we baş û hûn hemû bixêr hatin

Îro em li cîhaneke cuda ji cîhana berî çend salên borî dijîn. Beriya niha her kesî/ê biryar didaye çi bixwîne, her wê biryarê paşeroja wî/ê diyar dikir ka bibe çi û çi kar bike? Û heta dema teqawîdbûnê li ser wî karî berdewam dibû. Xwendinê û karên pîşeyî tîkeliyeke dîrekt bi hev re hebû. Di dema sedsala borî de jiyan li Kurdistanê gelek zehmet bû. Yên berî me û beşek ji me jî, nedizanî dê çi bi serê wan were, kengî carek din mal, gund û bajarên wan dê bên bombebaran kirin, li kîderê bibin koçber û kengî dikarin bo ser mal û milkên xwe vegerin.

Her çiqas êrîşên hovaneyên DAÎŞ ziyanên mezin bi xelkê Kurdistanê gihandin û her çiqas hindek ji xurtên me hatine xapandin û ketine pey îdolojiya şidetxwaz a olî, lê, bi dilek xweş, niha Kurdisan ji çarçoveya man û nemanê derketiye. Girêdana Kurdistanê bi cîhana derve ve, bi awayekî rasteras û neraserast, tesîr heye li ser warê perwerde, saxlemî û bazarê karî. Berhemînerên biyanî û xwemalî, çaverêya hêza karî a çalak û jêhatî dikin heta ew jî bi awayekî dîrekt bikaribin êkonomî û sewyeya jiyanê li Kurdistanê geş bikin.

Divê em her ji niha xwe digal daxwazên xwe yên paşerojê biguncînin, divê em hertim pêşbîniya paşerojeke cuda ji ya nuha me heye û em tê de dijîn bikin. Ji bona ku wezîfeya ser milên nifşê paşerojê digel pêdawîstiyên ayînde bigunce, divê hertim em sîstema xwe ya perwerdeyê di berçavan re derbas bikin. Eger perwerde berdewam neyê nûkirin, nikare alîkariya geşkirina welêt bike, nikare bibe hokarê sereke ji bo dîtina rêyên çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî, êkonomî, teknolojî û nefsî li welatê me de.

Sîstema perwerdeyê heta dawiya sedsala borî, tekîd li ser sê aliyan dikir; xwendin, nivîsîn û matmatîk. Ji bo wê sedsalê ev bes bû û têra dikir, lê nuha ev her sê alî têra tu civakan nakin. Sedsala nû, ji bilî xwendin, nivîsîn û matmatîkê, pêwîstî bî jîrî, zanist û şarezayîyê heye. Ji bona ku nifşê paşerojê bê amadekirin û di jiyana xwe ya piştî xwendigeh û zanêngehê de serkeftî be, divê xwendekar bi metod û perwerdeyeke modern û minasib digel serdema nû de bê perwerde kirin.

Ji bilî xwendewariyê û fêrkirina bingehîn, xwendekarê niha û yê paşerojê li Kurdistanê, divê îmkanên taybet hebin, fêrî zansitya xwedî naverokek zengîn bibin û di hemû qonaxên xwendin û jiyana karkirinê de, xweşarezakirinê bike beşek giring û berdewam di jiyana xwe de. Xwebiîmkankirin, di vê serdemê de, pêwîstî bi geşkirina akademiyên bingehîn heye daku gişt xwendekar bikaribin zanistiyên serke têbigihin. Heta nifşê paşerojê bikaribe rexnegirane û bi awayekî avaker hizir bike û bi awayekî jêhatî û çalak peyama xwe bigehîne û ji bona paşeroka geş ji bo welêt şarezayî di akademiyên bingeîn de gelek diringe.

Bi tenê li ser binghek rast û saxlem xwendekar dikare xwe fêr bike daku bi awayekî jêhatî di jyanê de serbikeve, bi awayekî rexnegirane û avaker hizir bike, çareseriyên minasib ji bo pirsgirêkênn nuha û paşerojê peyda bike û bi şarezayî û pisporî wan bigehîne civakê, hevkarî û hevahengiyê digel aliyên pêwîst û berpirs bike beşek ji jiyana xwe ya rojane. Aştiya civakî, olî û siyasî tehedayên niha û yên paşeroja me dibin. Pêkvejiyan û singfirehî ji zarokîniyê tê. Divê em nifşê paşeroj li ser van bingehan perwerde bikin. Xwendingeh, mamoate û karmendên wezaretên me dikarin roleke gelek erênî di vî warî de bilîz in.

Di heman demê de, çênabe ew yek bê jibîr kirin ku, dayîk û bav, xûşk û bira û endamên malbatê dikarin bi berpirsane rênîşanderên nifşê nû bin, beşeke mezin jê nebûnî, derdeserî û revîn li bîre. Ez di wê baweriyê de me ku ji bona ku nifşê paşerojê yê welatê me , di çaerçoveya êkonomiyeke cîhangîr û pir gorankarîyên mezin û ji nijşkave serbikeve, divê xwendingehên me li gor metodên nû ji bo serdemê nû bên avakirin.

Piştevaniyeke pêwîst bo perwerdeyeke bilind, pirogramên xwendin û fêrkirinê, geşkirina pîşeyîya karmendan û jîngeha xwendinê şertên serkeftinê ji bo xwendekaran baştir dikin. Li gor min, çi di warê xwendinê de, fêrkirinê de, çi di karê rêxistinî û rêvebirinê de û çi jî di jiyana her kesekî/ê de, girêdana sê çemkan bi hev re; serbixweyî, baladestî û armac, ji bona em di wezîfe û berpirsiyariya warê perwerdeyê têbighin, gelek giringin.

Serbixweyî bi wateya otonomî: Her kesek ji me hez dike ew bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bide, ew bi xwe rêya jiyana xwe diyar bike. serbixweyî, ango azadî û berpirsiyarî.

Baladestî: Ango xwesteke berdewam ya mirovî ji bo baştirkirina wî karê dike.

Armanc: Ango her kesek ji me liberxwe dide ku beşek be ji tiştek ji xwe mezintir daku serfera jiyana me manya xwe hebe.

Mamosteyekî serbixwe, li poleke serbixwe, li xwendingeheke serbixwe, ser bi wezareteke serbixwe, araste û asta xwendin û fêrkirinê bi awayekî birêve dibe ku, hem ew bi xwe û hem xwendekar bi berdewamî lêbixebitin bi ser hemû astengiyên dikevin pêşiya wan de serbikevin û li bendê nemînin kesek din bê, ji derveyî polê, xwendingehê, wezaretê yan hikûmetê û jê re bêje ka çi bike û çewa hizir bike û çewa çareseriya pirsgirêkan bike? Ew bi xwe dikare wî karî bike.

Di her poleke serbixwe de çend xebatên serbixweyên cuda bên kirin, bi dehan, bi hezaran rêyên çaresrriyê ji bo wan aloziyên tên pêşiya me dê bên dîtin. Xwendekar wisa bên perwerde kirin, dê bi ser dijwariya jiyanê de serbikeve û di warê bîrkirina serbixwe, azad û biwêrane de baladest dibe.

Xwendekarek, mamosteyek û karmendek di karê xwe yê rojane de serbixwe be dê di pîşeya xwe de baladest be, bi ser pirsgirêkên fêrbûn, fêrkirin û rêvebirinê de zal be û dê hest bike ew beşeke ji pirojeyekî ji xwe mezintir, jiyaneke pirmana dibîne û di hemû waran de beşdariyê di avadankirin û berbipêşvebirina welêt dike. Xwendekar paşeroja Kurdistanê ye, ew dibe sedema paydakirina kar, geşkirina êkonomî û beşdarek di binyatdanan welêt de.

Sedsala 21ê pêwîstî bi hevwelatiyekeî heye ku, ne bi tenê hez bike afrêner be, lê afirandinê bike beşek nedabirî ji hizirkirina xw eya rojane. Dîtina çareseriyên minasib û alîkarîkirina hevwelatiyan di gişt waran de, bikaranîna teknolojiya, mitewaziyî di jiyanê de, xweîdarekirin û têgihiştina hindav û hêza gorankariyan ev hemû bi hev re serkirdeyê paşeroja welatê me amade dikin.
Xwendekarên me yên îro serkirdeyên me yên paşerojê ne. ji bona ku em di deryaya jiyanê de serbikevin, welatê xwe biparêzin û bi berdewamî geş bikin divê am xwe bi alavên aşitî û avadankirinê pirçek bikin û xwe ji bo paşeroja xwe ya nêzîk û dûr amade bikin. Serkeftina warê perwerdeyê bi vî awayî ye; gerantiya paşerojeke serkeftî ji bo hemû hevwelatiyên Kurdistanê misoger dike.

Ez hêvîdar im di vê konferensê de bikarin li ser çarçove û mekanîzma sîstemeke prwerdeyê ya minasib bo sedsala 21ê rêkbikevin. Piraktîzekirina wê sîstemê karekî berdewam divê û pêngava yekem jî di rojeke weke niha dest pê dike. Rica dikim dudil nebin, rica dikim xemsariyê di gorankarî û dirustkirina perwerdeya paşerojê de nekin. Bi hêviya serkeftina we ji bo nûkirin, xweguncandin di warê perwerde digel pêla jiyana sedsala niha de.

Sipas ji bo wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û hevalan ji bo amadekirina vê konferensê. Sipasiya hemû beşdaran dikim ku îro, çi ji navxwe yan ji derveyî welêt hatine û bi lêkolînên xwe vê konferensê zengîn dikin. Bi hêviya sîstemeke rêkûpêk, perwerdeyeke baş bo Kurdistana me ya xweşitvî. Eger em di vê pêngavê de serkevin, em dê bikaribin paşerojeke gelek geş bo welatê xwe misoger bikin. Li vêr dest pê dike.

Serkeftî bin. Gelek sipas


Top