Sine- Ji tirsa Mehabadê hêzên ewlehiyê li nav bajêr de belav bûne
Piştî ku li bajarê Mehabadê ji bo protestokirina mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî xwepêşandan hat kirin, rêjîma îslamî ya Îranê li gellek bajar û deverên Rojhilat tedbîrên tund ên ewlehiyê girtiye.
Li Sine jî hêzên ewlehiyê bi kincên sivîl û leşkerî û bi motorsîklêtan li nav bajêr de belav bûne û hatin-çûyîna welatiyan çavdêrî dikin.
Li gorî malpera KurdPa, duh li Sine 3 xortên kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin, bêyî ku sedema girtina wan were zanîn.
Rudaw
