• Tuesday, 17 February 2026
logo

PKKê kuştina pasdarekî Îranê ragihand

PKKê kuştina pasdarekî Îranê ragihand
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ragihand ku, di encama operasyoneke artêşa Îranê de, pasdarek hat kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) belav kiriye ku, Artêşa Îranê li navçeya Somayê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê. Piştre hêzên wan nêzîkî navçeyên gerîlayên PKKê bûm.

Li gorî heman navendê, gerîla guleyên agahdariyê berdane asmn, lê artêşa Îranê pêşde çûye û di encamê de şer di navbera herdu aliyan de derket û pasdarek hat kuştin.

HPG di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Hêzên artêşa Îranê bi armanca vêxistina şer û pevçûnan li herêmên gerîla 3 caran hewl dane ku şer derxînin. Hêzên gerîla jî bi armanca xweparastinê 2 caran guleyên agahdariyê bikar anîne.”

Ew daxuyaniya HPG û kuştina wî pasdarî ji aliyê artêşa Îran û ti aliyekî bêalî nehatiye piştrastkirin.

Rudaw
Top