Bexdayê pereyê petrola Kurdistanê kêm daye
Hikûmeta Iraqê roja 6ê Gulana îsal 543 milyar dînar li hember firotin û hinartina petrolê da Herêma Kurdistanê.
Li ser vê yekê, endamê Parlamentoya Iraqê Xesrew Goran ji Rûdawê re got, hikûmeta Iraqê 257 milyar dînar kêm şandiye çimkî diviya Bexdayê 800 milyar dînar bida Herêma Kurdistanê.
Xesrew Goran anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji ber hinek sebeban nekariye heta niha rojane 550 hezar bermîl petrol bişîne derve lê niha nêzîkî wê pişka petrolê bûye û wiha axivî:
“Li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, diviya Bexdayê 800 milyar dînar bida Herêma Kurdistanê lê kêm şandiye, bi vî awayî rêkeftin binpê kiriye û qanûna bûdceyê jî bicîh nehaniye.”
Serokê Fraksiyona PDKê nerazîbûna xwe li hember vê siyaseta Bexdayê anî ziman û ji hikûmeta Kurdistanê xwest, ji bo çareserkirina vê arîşeyê bi rayedarên Bexdayê re rûnê.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemed ji Rûdawê re gotibû, hikûmeta Iraqê gotiye, Herêma Kurdistanê di meha Nîsana îsal de rojane 495 hezar bermîl petrol daye Bexdayê.
Li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, divê Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Iraqê û Bexda jî bûdceya Kurdistanê bide.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beriya niha ji Rûdawê re gotibû, eger hikûmeta Iraqê girêdayî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nebe wê hikûmeta Kurdistanê amade ye bi Bexdayê re rêkeftinek bike.
Rudaw
