• Tuesday, 17 February 2026
logo

KODARê gefa hildana tola Ferînazê li Îranê xwar

KODARê gefa hildana tola Ferînazê li Îranê xwar
Rêxistina Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR- PJAKa berê) li ser mirina bi guman a keça kurd a Rojhilatî Ferînaz Xusrewanî gef li Îranê xwar û ragihand, xwîna Ferînazê li erdê namîne.

KODARê li ser bûyerên bajarê Mehabadê daxuyaniyek da û ragihand, helwesta xelkê Mehabadê li hember mirina Ferînazê û siyaseta rêjîma Îranê li hember kurdan di cih de û pîroz e.

Di daxuyaniya KODARê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê yên ku êrişî xwepêşandana Mehabadê kirine berpirsên mirin û bûyera Ferînazê ne û bang li hemû gelê Kurdistanê jî kir, pişta xwepêşandana Mehabadê bigirin.

Wê rêxistinê ku wek baskê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn, gefa tolvekirinê jî li Îranê xwar û ragihand, xwîna Ferînazê li erdê namîne.

Rudaw
Top