• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî hevdîtinek li gel hejmarek medyakar û rojnamevanên Amerîka saz kir

Serok Barzanî hevdîtinek li gel hejmarek medyakar û rojnamevanên Amerîka saz kir
Roja înê 08.05.2015 li baregeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel hevdîtineke rojnamevanî li gel hejmarek medyakar û dezgehên ragihandina Amerîka saz kirin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da ajandaya serdana xwe ya Amerîka û hevdîtina li gel berpirsên bilindên Amerîka şîrove kir û her wiha behsa rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraqê û şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên Pêşmerge kir.

Piştî gotara Serok Barzanî dergehek ji bo pirsiyarên rojnamevanan hate vekirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyaran da.
Top