Deriyekî sînorî yê din di navbera Başûr û Bakur de vebû
Deriyê sînorî yê Uzumlî ku di navbera navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Amêdî ya Dihokê de ye û ji 9ê Nîsana par ve hatin-çûn tê re tê kirin, bi fermî hat vekirin û êdî her kes dikare bi pasaporta xwe derbas bibe.
Di merasîma vekirina deriyê Uzumliyê de li aliyê Bakur, Waliyê Colemêrgê Yakûp Canpolat, Qaymeqamê Çelê Ûnal Koç, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Colemêrgê Servet Taş, fermandeyên leşkerî yên wê deverê, nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn. Li aliyê Başûr jî, Qaymeqamê Amêdiyê Husên Çelkî û Rêveberê Gumrika Zaxo Hemîd Ebdal tevlî bûn.
Piştî ku derî hat vekirin şanda Bakur derbasî Başûr bû û bi rayedarên Başûr re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê Waliyê Colemêrgê Yakûp Canpolat ragihand ku deriyê sînorî yê Uzumliyê ji zû ve amade ye û wiha got: “Ji îro pê de êdî derî dê vekirî be û bikeve xizmeta her du welatan. Bi baweriya me ev derî dê bibe wesîleya dostaniyê û bihêzbûna pêwendiyên bazirganiyê yên her du aliyan.”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Colemêrgê Servet Taş jî ji Rûdawê re got, hinek dirêj kir lê di dawiyê de vebû. Em jî gellekî xebitîn ji bo vekirina derî. Em spasiya wan kesn dikin ku ji bo vekirina derî zehmet kişandin. Ez hêvîdar im em encamên baş bidest bixin.
Demekê beriya niha komek welatî li dijî derengketina vekirina deriyê Uzumliyê xwepêşandan kiribûn.
Rudaw
