• Tuesday, 17 February 2026
logo

Brett McGurk : Civîna Barzanî û Obama serkeftî bû

Brett McGurk : Civîna Barzanî û Obama serkeftî bû
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Brett McGurk ragihand ku, civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Amerîka Barack Obama serkeftî bû û tê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

Şevê din Barzanî û şanda pê re ligel Serokê Amerîka Barzack Obama û cîgirê wî Joe Biden û berpirsên Koşka Spî civiyan.

Brett McGurk di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand: Civîna Barzanî ligel Obama serkeftî bû û tê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

McGurk eşkere kir ku pirsa çawaniya rûbirûbûna DAIŞê yek ji pirsên herî girîng bû di hevdîtina Obama û Barzanî de, ji ber ku êrişên DAIŞê ji bo kurdan, Iraq û Amerîka û cîhanê jî metirsî ne.

Brett McGurk wiha got: Herwiha rewşa aborî û ya koçberan di civînê de hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Ji aliyê xwe ve, dîplomatê amerîkî û yekem balyozê Amerîka li Iraqê piştî rûxana rêjîma Sedam Husên, Zalmay Xelîlzad derbarê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden de ji Rûdawê re ragihand ku civîn serkeftî bû û tê de behsa awayê kontrolkirina Mûsilê jî hat kirin.

Zalmay Xelîlzad wiha got: “Eger Bexda çekan nede Kurdistanê, divê Amerîka vê pirsê çareser bike û rasterast çekan ji Kurdistanê re bişîne.”

Xelîlzad wiha domand: “Li cem Amerîka, serdana Barzanî girîng e, ji ber ku Herêma Kurdistanê gellek qurbanî bo şer daye li şûna hemû cîhanê. Çekên kurdan neba na jî, her dê şerê DAIŞê kiribana.”

Xelîlzad ji Rûdawê re diyar kir ku di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê û serokê Amerîka û cîgirê wî de, behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa Sûriyê jî hat kirin.

Piştî civîna şevê din, Barzanî di li Navenda Bazirganiyê ya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û derbarê civîna xwe ligel Obama ragihand: “Civîna me pir serkeftî bû. Min spasnameya gelê Kurdistanê gihand Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden, li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şerê DAIŞê jî wiha got: “Rast e Kurdistan rastî krîzeke pir mezin hatiye ku şerê DAIŞ e, lê spas ji Xwedê û Hêzên Pêşmerge re ku heta niha 20 hezar km ax ji destê DAIşê derxistine, em hest bi şanaziyeke mezin dikin ku heybet û meznahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin.”

Herwiha derbarê koçberan jî, ku hejmareke pir mezin ji koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne, Barzanî wiha domand: “Kurdistanî bûye hêlîna mexdûran, niha bêtirî milyoneke koçber li Herêma Kurdistanê hene, di dema ku Kurdistan rastî krîzeke darayî hatiye, lê em wê yekê bi erkeke mirovî û niştimanî dizanin û deriyê Herêma Kurdistanê berdewam vekiriye bo koçber û mexdûran ji her ol û mezhebekê bin.”

Barzanî di gotara xwe de, derbarê şirketên amerîkî wiha got: “Deriyê Kurdistanê berdewam vekirî dibe ji wan şirketên ku dixwazin li Kurdistanê kar bikin û ez spasiya wan dikim ku di dema tengiyê de ji Kurdistanê neçûn. Ji aliyê manewê pir piştevaniya Kurdistanê kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Nabe em rê bidin ku plana terorîstan ser bigire û ti pêşeroja wan terorîstan tune ye. Li navçeyê serkeftin bo demokrasiyê ye.”

Civîna girtî bû û jibilî fotograferê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Koşka Spî ti rojnamevanekî din di civînê de amade nebû.

Endamên şanda Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî, ji her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret Resul, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman pêk hatibû.

Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama û cigîrê wî Joe Biden daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye ku Obama û Biden tekez li ser piştevaniya xwe bo kurd û Herêma Kurdistanê kirine, herwiha piştevaniyê li iraqeke yekgirtî federal û demokrat dikin.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Serok Obama û Joe Biden li Koşka Spî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. Di civînê de behsa çendîn mijar kirin, ji wan mijaran jî kampanyaya têkbirina DAIŞê. Herwiha behsa wan însiyatîvên siyasî yên ku birêve diçin bo piştgîriya xelkê Iraqê û pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo hemû pêkhatan.

Serok Obama û cigirê wî Biden, careke din tekez li ser piştevaniya bihêz û berdewam a Amerîka bo Herêma Kurdistana Iraqê û gelê kurd kirin. Herwiha tekez jî kirin li ser pabendbûna Amerîka di çarçoveya rêkeftina setratejîk bo iraqeke federal demokrat û yekgirtî, her wek çawa di destûra Iraqê de hatiye.

Serok Obama û cîgirê wî Biden, pesnê mêrxasiya pêşmergeyên kurdan kirin, herwiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên şerê li dijî DAIŞê li hemû Iraqê diyar kirin.

Serok Barzanî spasiya Serokê Amerîkayê Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden kir li ser wan alîkariyên leşkerî ku Amerîka bi rêya Hikûmeta Iraqê û hêzên ewlehiyê pêşkêşî Pêşmerge kiriye, herwiha bo wan alîkariyên leşkerî ku li piştî ketina Mûsilê bo parastina Hewlêrê û beşên din ên Iraqê hatine pêşkêşkirin.

Herdu alî rêkeftin li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, herwiha pabenbûna wan bi alîkariya bi milyonan ji koçberan ku ji ber tundûtîjiyê ji mal û halê xwe derketine.”

Rudaw
Top