Serok Barzanî: Civînên me yên li Koşka Spî gelek serkeftî bûn
Serokê Kurdistanê dibêje civînên li Koşka Spî gelek serkeftî û baş bûne.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzan piştî civîna xwe ya li gel Serok û Cîgirê Serokê Amerîkayê li Koşka Spî, serdana odeya bazirganî ya Amerîkayê kir û peyvek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka axaftinên xwe de got: Dixwazim ji gelê Kurd re bêjim ku civînên min yên li gel Serokê Amerîkayê û Cîgirê Serokê Amerîkayê gelek serkeftî û baş bûn.
Serok Barzanî herwiha spasiya hikûmet û gelê Amerîkayê kir ku di rojên dijwar de hevkariya gelê Kurd kirine.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Her çend di şerê dijî terorîstên DIŞIê de em rastî kêşeyên mezin hatibûn lê hêzên pêşmerge yên qehreman karîn bi hevkariya Amerîka û hêzên hevpeyman efsaneya terorîstên DIŞIê bişkînin û niha di piraniya eniyên şer de insiyatîf di destê hêzên pêşmerge deye û pêşmerge kariye zêdetir ji 20 hezar km sêca ji terorîstan paqêj bike.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku em bi berxwedana gelê Kurd û qehremaniya hêzên pêşmerge serbilindin û pêşmerge karî terorîstên DIŞIê rastî şikest û wendahiyên gelek mezin bike.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa Penaberan li Kurdistanê kir û got: Niha zêdetir ji 1.5 miliyon penaberên Sûrî û Îraqî li Kurdistanê dene û ew yek jî bargiraniyeke mezin bo ser abûriya Kurdistanê çê kiriye lê hevkarî kirina penaberan bo me erkekî însanî û netewiye û Kurdistan li ser hevkarî kirin û parastina penaberan berdewam dibe û Kurdistan bi berdewamî wargeheke aram dibe bo ew kesên ku ji destê terorê direvin û berê xwe didin Kurdistanê.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya ew kompaniyên Amerîkayî kir ku li Kurdistanê de dest bi kar kirine û eşkere kir ku lazime bo pêşîgirtin ji terorîstan ku negehêjin armancên xwe lazime em bihevre kom bibin û hewl bo dabîn kirina aramî û bextewerî bo xelk bidin. Bila her kes bizane ku teror li welatê me de ti pêşerojek tuneye û bo vê yekê jî em li benda hevkarî û hemahengîne û ew yek jî dibe serkeftina azadî û demokrasî.
