• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encumena Hilbirîna Kurdistanê çend biryarek pesend kir

Encumena Hilbirîna Kurdistanê çend biryarek pesend kir
Bi Serokatiya Serokwezîr civata Hilbirînerên Kurdistanê civiya û di wê civînê de, çend biryarên girîng hatin pesendkirin.


Duh sêşembe li Hewlêrê bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civata Hilbirînerên Kurdistanê civiya û di civînê de behsa bandora rewşa niha ya Kurdistanê ya li ser prosesa Hilbirînê li Kurdistanê de hate kirin û beşdarvanana nêrîn û ramanên xwe yên derbarê çawaniya pêşde birina prosesa Hilbirînê li Kurdistanê de pêşkêş kirin.

Her di civîna han de behsa raporta ewê komîteyê hate kirin ku ji aliyê civata wezîran ve bo venêrîna ew projeyên ku rastî kêşeyan hatine, hate pêşkêşkirin û di nava raportê de behsa çendîn kêşe û arîşeyan hate kirin û beşdarvanên civînê jî bo çareser kirina kêşeyên han çend pêşniyar pêşkêş kirin.

Her di civîna han de derbarê ew projeyên ku rastî kêşeyan hatine çend biryar hatin stendin û biryar hate dayîn daku konferansek bo venêrîna siyaset û steratejiya Hilbirînê li Kurdistanê were organîzekirin.

Top