• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rojnameyek: YNK 400 alîgirên xwe tevlî Heşda Şeibî dike

Rojnameyek: YNK 400 alîgirên xwe tevlî Heşda Şeibî dike
“YNK Lîseya navê her 400 endamî daye efserekî xwe li Wezareta Bergirî ya Iraqê da ku rezamendiya Bexdayê li ser werbigire.”

YNK li Melbenda xwe ya 11 a Germiyan û 8 a Xaneqînê “400” alîgirên xwe tevlî çekdrên Heşda Şeibî dike, niha jî lîsteya navê wan kesan bi rêya efserekî şandiye Bexdayê da ku rezamendiyê li ser bide, berpirsekî YNK jî amade nebû ti daxuyaniyekê di wê derbarê de bide.

Heftenameya Wişe, ku li Başûrê Kurdistanê derdikeve, di hejmara xwe ya îro, 6ê Gulanê de, di raportekê de bi navnîşana “YNK 400 alîgirên xwe li Germiyanê dike Heşda Şeibî” dibêje ku, ev demeke ku YNK li KElar û Xaneqîn bi awayekî nihênî dest bi nivîsîna navên alîgirên xwe kiriye, da ku tevlî çekdarên Heşda Şeibî li parêzgeha Diyala bibin.

Heftenameyê li ser zarê çavkaniyekê, bêyî ku navê wê aşkere bike, belavkiriye “Di rojên borî de, lîsetya navê 400 kes ji alîgrên YNK li Germiyan û Xaneqînê radestî efserekî YNK li Wezareta Bergirî ya Iraqê bi navê Luqman Mehmûd kiriye, da ku karên damezrandina wan kesan li ser Heşda Şeibî li Bexdayê temam bike.”

Li gor rênmayên Serokatiya Herêma Kurdistanê bo Wezareta Pêşmerge, drustkirina Heşda Şeibî (ku mîlîçiyayek şîe ye) li Kurdistanê hatiye qedexekirin, lewma di meha borî de, Endamê Encûmena Navendî ya YNK Heyder Şeşo, ku hêzeke hezar kesî wek Heşda Şeibî li Şingalê avakiribû, ji aliyê dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin, piştî serbest berdana wî, Şeşo hêza xwe hilweşand û xiste bin fermana Wezareta Pêşmerge de.

Piştî êrîşa çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li ser Iraqê, lêvegera şîeyên Iraqê Ayetulla ELî Sîstanî fetwaya pêkanîna Heşda Şeibî derkir. Hejmara çekdarên wê 50 hezar kes e, di nava wê hêzê de 42 firqeyên cûda hene. Hebûna wê hêzê jî li Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê heye.

Basnews
Top