• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kosret Resûl: Serxwebûn mafê me ye

Kosret Resûl: Serxwebûn mafê me ye
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl dibêje daxwaza kurdan a herî kêm konfederasyon e û divê mafê kurdan ê serxwebûne jî hebe.

Kosret Resûl serdana Eniya Guwêr-Mexmûrê kir û li wê derê ji Rûdwê re axivî.

Resûl wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî beriya serdana Amerîkayê bike ji min re got rayêdar tu yî û ji min xwest ez serdana eniyên şer bikim.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Divê mafê Kurdan ê avakirina dewletê hebe. Herwiha daxwaza kurdan a herî kêm konfederasyon e.”

Mesûd Barzanî li ser vexwendina Koşka Spî li Amerîkayê ye.

Serdana Barzanî dê 10 rojan bidome û tê pêşbînîkirin ewê serdana hin dewletên Ewrûpa jî bike.

Rudaw
Top