Vatîkan hevkariyên hikûmetê bo koçberên mesîhî bilind dinirxîne
Şandeya mêvan diyar kir ku wan di çarçoveya serdanan xwe ya bo herêma Kurdistanê serdana kampên koçberên mesîhî û kenîse û dêrên herêma Kurdistanê kir û ji nêzîk haydarî rewşa wan koçberan bûn ku, tevî barê giranê hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê êkonomîê ve, lê bi awayekî gelek baş alîkariya wan penaber û koçberan hatiye kirin.
Serokê federasiyona Kenîseyên Rojhilat got ku di hemû dîdar û civînên xwe yên digel koçberên mesîhî li herêma Kurdistanê de daxwaz ji wan kiriye xweragir bin, terka welatê xwe nekin û ber bi derveyî welêt koç nekin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya Papayê Vatîkanê kir ji bo wê nameya jê re hinartî û behsa serdana xwe ya vê dawiyê bo Vatîkanê û dîdara digel qedaset Papayê Vatîkanê kir û got ku, koçberên kirîstiyan karîne, eger bi awayekî demkî jî be, herêma Kurdistanê weke herêmek aram lê akinîc bibin heta deverên wan ji bin destê terorîstan tên azad kirin û bo ser mal û milkên xwe vedigerin.
Serokwezîr careke din tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, tevî îmkanên tixûbdar, amadeye hevkarî û alîkariya koçber û penaberan bike û hikûmet dê li ser parastin û hevkarîkirina koçber û penaberan berdewam be. Barzanî got ku yekrêzî, yekêtî, wekhevî, aşitiya civakî û pêkvejiyana hemû netewe û olan li herêma Kurdistanê heye, li deverê mînakên wisa kêmin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi rêya kardînal Leonardo serokê federasiyona kenîseyên Rojhilat silav û hurmetên serokê herêma Kurdistanê, hikûmet û xelkê Kurdistanê bo qedaset Papayê Vatîkanê hinartin û hêvî kir di paşerojek nêzîk de Papyê Vatîkanê serdana Îraq û herêma Kurdistanê bike.
