DAIŞ amdekariyên êrişeke mezin li dijî Kobanî dike
Li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞ çek û hêz ji deverên Munbic û Cerablusê dibe rojavayê Kobanî û li wir kom dike. Tê gotin 200 çekdarên DAIŞê li wê deverê kom bûne.
Hevserokê TEV-DEMê li Kobanî Omer Elûş ji Rûdawê re got, DAIŞê şeva borî gellek çekên giran û çekdarên xwe li nêzîkî gundê Şiyûxê, ku gundekî ereban û û di destê YPGê de ye, kom kiriye.
Elûş diyar kir ku DAIŞ dixwaze dîsa êrişî şervanên YPG û gundên Kobanî bike.
Wî rayedarê Kantona Kobanî anî ziman ku wan xwe ji bo êrişên DAIŞê re amade kirine û dê wan êrişan pûç bikin.
Li gorî agahiyên Omer Elûş, di nav wan çekên giran ên DAIŞê de top û tank jî hene.
Gundê Şiyûxê dikeve rojhilatê çemê Ferat û 35 kîlometran dûrî bajarê Kobanî ye.
Rudaw
