• Tuesday, 17 February 2026
logo

Partiyên Bakur: Divê di karnameyê de Kurdistan jî hebûya

Partiyên Bakur: Divê di karnameyê de Kurdistan jî hebûya
Li gor partiyên Bakur karnameya HDP’ê di warê bi navkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê de pir qels e û diviyabû qenebe meseleya Kurdistanê jî bi qasî Qibris û Filistînê cîh bigirta. Partiyên Bakûr di vê meseleyê de karnameya partiyê rexne dikin.

BasNûçe / Amed - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên 7’ê Hazîranê karnama xwe eşkere kir. HDP’ê di karnama xwe da bahsa mafên jinan, xortan, zarokan, pîran, xwendekaran û karkeran dike û her wiha karnameya xwe weke maneîfestoyeke ‘jiyana nû’ ragihand. Di karnameyê de ji bilî duristkirin û çareseriya kêşeya karker, jin, zarok, malnîşînan çareseriya Filîstin, Qibrisa Başûr û Sûriye jî heye. Li gor partiyên Bakur karnameya HDP’ê di warê bi navkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê de pir qels e û diviyabû qenebe meseleya Kurdistanê jî bi qasî Qibris û Filistînê cîh bigirta. Partiyên Bakûr di vê meseleyê de karnameya partiyê rexne dikin.

“HDP’ê meseleya kurd û Kurdistanê paşguh kiriye”

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelikjî, da zanîn ku HDP’ê beriya hilbijartinê hewl daye kku bi wan re rûne û b wan re tîfaqa hilbijartinê bike lêbelê wan ew pêşniyara wan qebûlnnekiriye lewre HDP’ê dev ji doza siyaseta kurd berdaye û ew siyaseta ‘Tirkiyeyîbûnê’ bi rêve dive. Her wiha Özçelik ragihand ku HDP’ê ji ber ku dev ji siyaseta Kurdistanê berda ye dev ji siyaseta Kurdistanê jî berdaye û di karnameya xwe jî de cih nedaye û kêşeya kurd û Kurdistanê ew paguh kiriye. Özçelik wiha axivî: “Beriya hilbijartinê HDP’ê dixwast ku bi me re tifaqê bike lêbelê ji ber ku fikrên me cûda ne, me bi hev re tiffaq nekir. HDP dibêje; ‘Ez partiyeke Tirkiyê me.’ Li gor wê çarçoveya xwe tespît kiriye. Li gor min meseleya kurd û Kurdistanê di vê karnameyê da gellekî paş gûh kirine.Meseleya herî mezin kurd û Kurdistan e. HDP’ê pirsa kurd û Kurdistanê paşgûh kiriye.

“Siyaseta HDP’ê qelse û xelet e”

Her wiha Özçelik, dest nîşan kir ku HDP’ê di karnameya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku divê Filîstin bibe dewlet û kêşeya Qibrisa Başûr jî li ser esasî wekheviyê çareser bibe û ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê cih nedane tu daxwazin û di ser wan re derbasbûnê. Özçelik siyaseta HDP’ê jî rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “HDP peşniyariyê tîne dibêje; Bila Filîstîn bibe dewlet, bila mesela Qİbrisê li ser esasê wekheviyê bê çareserkirin.’Divê bahsa Başûrê Kurdistanê û mafê wê xwe idare kirine bikirana. Divê bahsa Rojavayê Kurdistanê bikirina. Siyaseta HDP siyasetek qels eû xelet e.”

“HDP ji bo rojavayê Tirkiye’yê siyasetê dike”

Akademisyen Vahap Çoşkun jî li se karnamaya HDP’ê ya bi navê ‘jiyana nû’ rawestiya û got ku HDP ketiye rêyeke nû HDP ne partiyeke kurdan e û ew xwe weke partiyeke Tirkiyê pênase dike û ew xwe weke nûnerê hemû neteweyên li Tirkiyê qebûl dike. Di berdewamiya axaftina xwe de akademîsyen Çoşkun da zanîn ku HDP di siyaseta xwe de behsa sînorên Tirkiyê nake û mebesta wê ew ê ku dengê xelkên rojavayê Tirkiyê bistîne. Çoşkun bal kişand ser siyaseta HDP’ê jî û wiha got: “HDP d0ibêje; ‘em tenê ne partiyeke kurdan in. Em partiya Tirkiyê ne. Em dixwazin siyeseta Tirkiyebûne bimeşînin.’ Mesela dema bahsa pêvajoya çareseriyê jî dike dibêje; ‘Em dixwazin di sînorê Tirkiyê de bigigêjin encamekê. Ji bo vê jî HDP’ê yekîtiya Tirkiyê û sînorê Tirkiyê niqaş nake. Çimkî HDP zane eger wek partiyeke kurd bimîne yan jî siyaseta berê bimeşîne ji aliyê Tirkiyê ve nikare dengan bistîne. Ji bo HDP dengên xwe zêde bike divê ji metropolê Tirkiyê jî dengan bistîne. Ji bo vê jî HDP di karnameya xwe de berî her tiştî temînat dide rojavaya Tirkiyê. HDP bi rojava Tirkiyê re dipêyive. ‘’

“Behsa kurd û Kurdistanê nake”

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak jî da zanîn ku bingeha HDP’ê kurd pêk tînin û HDP’ê karnameya xwe ne li Kurdistanê li Amedê li bajarekî Tirkiyê li Stenbolê eşkere kiriye.Her wiha Bucak da zanîn ku karnameya HDP ji 8 hezar peyvan pêk tê û di karnameyê de peyva kurd 7 caran derbas dibe û peyva tirk û Tirkiyebûnê bi gellek caran derbasbûye. Bucak her wiha cih negirtina Başûr û Rojaveyê Kurdistanê ya di karnameyî jî de û wiha got: “Di beyannama HDP’ê de 8 hezar peyv hatine nivisandin lê tenê 7 caran peyva kurd hatiye nivisandin û 27 caran peyva tirk û Tirkiye hatiye bi kar anîn. Gava mirov bi tevahî li karnama HDP mêze dike mirov dibine ku ji ev karname ji Tirkiyebûnê re hatiye çêkirin. Partiyek ku bingeha wê kurd be û hemû emekdarê wê kurd bin û bahsa serxwebûna Filistinê bike lê bahsa ciranê xwe yên kurd neke di vir de kêşeyek mezin heye.”

“Ew ê kî çareseriyê ji Kurdistanê re bibîne?”

Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş, bal kişand ser karnameyê û da zanîn ku li Kurdistanê gellêk kêşe û arîşe hene HDP’ê beyş ku behsa wan kêşe û arîşayan bike berê xwe dayê dû siyaseta Tirkiyeyîbûnê û ew nûnertiya kurdan nake. Her wiha Kardaş amaje bi wê yekê jî kir ku nûnerên HDP’ê eşkere dikin ku ew nûnerên Tirkiyê ne û tu kêşeye wan bi sînorê dewletê re tunene û ew ji hemû dezgehên Tirkiyê re hurmetê nîşan didin. Kardaş, da zanîn ku divê wan baş li karnameyê neriyê û wan xwestiye ku ji bon kurdan tiştekî di karnameyê de bibînin lê belê ew li tu tiştî rast nehatine. Kardaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Behsa kêşeyên, zarok, jin, malnişîn û karkeran tê kirin baş e. Behs bikin mafê wan jî hene lê çima behsa kurd û Kurdistanê nehatiye kirin. Kurdistan li ku ma. Kêşeyên xelkê kurd çi bû? Ew ê kî çareseriyê ji kurdann û Kurdistanê re bibîne?Mixabin di karnameyê de behsa kurdan nehatiye kirin.”

“Li hember dewletbûna Kurdistanê ne”

Niviskarê kurd Bedel Boseli li ser karnameya rawestiya û da zanîn ku di karnameyê de HDP ji bo kurdan tu tiştî naxwaze û mebesta wê ew eku siyaseta Tirkiyeyîbûnê li ser kurdan ferz bike. Her wiha Boseli bal kişnad ser siyaseta KCK’ê û amaje bi wê yekê kir ku KCK li hember dewletbûna kurdan xebatê dike û rayedarên KCK’ê jî li hember wê yekê ne ku Peşmerge bêne çekdar kirin û li ember vê daxuyanî belavkirine. Boseli wiha berdewam kir: “Naxwazin kurd bibin dewlet, kantonan li ser kurdan ferz dikin, bê dewletbûnê li ser kurdan ferz dikin. Cemil Bayik ji Ewrupa ra gotibû çekan nedin Herêma Kurdistanê, dema em bi giştî lê binêrin karnameya HDP’ê ya ku bê dewletbûna kurdan dixwaze stratejik e û xwesteka wan a rast jî ew e. HDP di karnama xwe de ji bo Filistinê, Ermenistanê gellek tişt xwastine û li her derveyî vê tiştan tîne rojev e. Lê dema mijar dibe Kurdistan dibêjin; ‘em li dijî dewletbûna kurdan in.’ Îro ji bo kurdan dewlet lazim e.

Basnews
Top