Dawetnameya şah Ebdulah gehêşte Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya berpirsê Konsulusxaneya Urdinê kir.
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsê karûbarên Konsulusxaneya Urdinê yê li Hewlêrê Mehend Şedad kir.
Di hevdîtinê de Şedad hevdem li gel gehandina silavên Şah Urdinê Şah Ebdulah bo Serokwezîrê Kurdistanê herwiha dawetnameya Şah Ebdulah jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir daku beşdariya korbenda cîhaniya abûrî bike yaku îsal li Urdinê tê sazkirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa rewşa dawî ya deverê bi giştî û ya Îraq û Kurdistanê û şerê dijî DIŞIê bi taybetî kirin û Şedad piştgîriya xelk, hikûmet û Şahê Urdinê bo Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku xelk, hikûmet û Şahê Urdinê girîngiyeke taybet didin Kurdistan û tikiliyên xwe yên li gel Kurdistanê.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember dawetnameya han diyar kir û spasiya Şahê Urdinê jî kir û rêz û hurmetên xwe û xelkê Kurdistanê jî pêşkêşî Şahê Urdinê kir.
Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan jî dixwaze tikiliyên xwe yên li gel Urdinê berfiretir û bihêztir bike.
