Amerîka - DAIŞê êrişî pêşangeha karîkatorên Hz. Mihemed kir
Şeva borî li bajarê Dallasê li eyaleta Texasê ya Amerîkayê, pêşangeha karîkatorên Hz. Mihemed ku ji aliyê saziya bi navê Însiyatîfa Parastina Azadiya Amerîkayê (American Freedom Defense Initiative) ve hatibû lidarxistin, rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî agahiyan, dema êrişkaran êrişî pêşangehê kirin polîsan bersiv dan, di bûyerê de 2 kesên çekdar hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû.
Ji aliyekî din, malper û çavkaniyên nêzîkî DAIŞê ragihandin, ew kesên ku êrişî pêşangehê kirine endamên DAIŞê bûne.
Însiyaftîa Parastina Azadiya Amerîkayê, bi çalakiyên xwe yên li dijî îslamî tê nasîn.
Rudaw
