• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li Washingtonê ye

Serok Barzanî li Washingtonê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt peytaxtê Amerîkayê Washingtonê.

Mesûd Barzanî li ser vexwendina Koşka Spî çû Amerîkayê û ligel wî Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hawramî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa, Wezîrê Avakirin û Nîştecîhkirinê Derbaz Kosret û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên hene.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên jragihandibû, Barzanî dê li Amerîkayê behsa “Dewleta Kurdî” jî bike.

Fuad Husên gotibû, “Barzanî vê carê, dê bi eşkere û bi zelalî wê dosyeyê ligel xwe bibe Koşka Spî û li pêşiya serokê wî welatî Barack Obama deyne.”



Ev cara 4ê ye ku Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin, lê Fuad Husên gotibû: “Serdana vê carê pir cuda ye û şerê li dijî DAIŞê gellek tişt guhertine.


Barzanî roja sêşemê beriya here Amerîkayê serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kiribû û pêşniyarên wî standibû.

Rudaw
Top