• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erebistanê hêzên bejayî şand Yemenê

Erebistanê hêzên bejayî şand Yemenê
Hat ragihandin ku, Hêzên bejayî yên hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erbestana Siûdiyê bi rêya balafiran daketin Yemenê, lê piştre Siûdiyê wê yekê red dike.

Televîzyona Al-Jezeera ragihand ku, hêzên bejayî yên hevpemaniyê bi rêya balafirên hevpeymaniya erebî û Siûdiyê daketin nêzîkî Balafirgeha Edenê da ku şerê çekdarên Hûsiyan ên şîe bikin.

Lê Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên wê yên bejayî derbasî Yemenê nebûne.

Çekdarên milî li bajarê Edenê, milîsên Hûsî û hêzên serokê berê yê Yemenê Elî Ebdulah Salih di hundirê balafirgeha Edenê dorpêç kirine û şer û pevçûnên giran di navbera wan de derdikeve. Herwiha balafirên Siûdiyê li asman li wir li wan didan.

Erebistana Siûdiyê hêza xwe li ser sînorê Yemenê kom kiriye, lê ev cara yekê ye ku hêzên bejayî derbasî wî welatî dibin.

Rudaw
Top