Derbarê çekan- Joe Biden Bexda piştrast kir
Ofîsa ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand: “Joe Biden bi rêya telefonê pêwendî ligel Ebadî kir û herdu aliyan pêvajoya siyasî li Iraqê û rewşa ewlehiyê li Iraqê nirxandin.”
Li gorî wê daxuyaniyê, Ebadî ji Biden re gotiye, şandina çekan ji Amerîka bo kurd û sunneyan bi awayekî rasterast, Iraqê perçe dike. Herwiha Ebadî dilgiraniya xwe li hember binpêkirina serweriya Iraqê û axa wê nîşan daye.
Herwiha Ofîsa ragihandina Serokwezîrê Iraqê wiha got: “Joe Biden pabendbûna welatê xwe bi rêkeftina di navbera Bexda û Washingtonê de diyar kir û tekez li ser iraqke yek perçeyî kir. Herwiha Ebadî piştrast kir ku, şandina alîkariyên leşkerî bo Bexdayê wê tenê bi rêya Bexdayê re be.”
Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Kongreya Amerîka, Mac Thornberry di projeyasayekê de, piştgiriya daxwaza Serokê Amerîkayê Barack Obama bo dana 715 milyon dolar wek hevkariya leşkerî û ewlehî bo Hikûmeta Iraqê, dike.
Herwiha Mac Thornberry pêşniyar dike ku alîkariyên ku pişka Hêzê Pêşmerge û hêzên sunneyên Iraqê bin, bi awayekî rasterast ji wan re bên şandin.
Ev projeyasaye bi 60 dengên erê û 2 dengên na di Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Kongreyê de hat pejirandin. Ji ber wê yekê jî li Iraqê bertek û nerazîbûnên tund derketin û berpirsên Iraqê yên şîe ew yek red kirin û wek hewl bo perçekirina Iraqê dan zanîn.
Rudaw
