• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade kir

Serok Barzanî serxweşiyê li Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kak "Faruq" ê kurê we yê rêzdar gihîşt min. Bi vê xemgîniyê da pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên rêzdar û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê nîştîmanperwerê Mehabad dikim û xwe bi beşdarê xema we dizanim.

Hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û xwedayê mezin Kake Faruq bixe ber dilovaniya xwe û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.05.2015


Top