Kurd û Sune ji rûniştina parlemana Îraqê vekişiyan
Bi sedema dengdana ji bo redkirina projeyasaya kongresa Emerîka ji bo biçekirina hêzên pêşmerge û eşîretên Syniyan bi awayekî rasterast, nûnerên Kurd û nûnerên Sune ji rûniştina îro ya parlemana Îraqê vekişiyan.
Parlemantera ser bi fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sozan Bekir ji Xendanê re ragiand: Di rûniştina ya parlemana Îraqê de biryarekî parlemanê sebaret bi projeyasaya kongiresa Emerîka ji bo mamelekirin li gel herdu pêkhateyên Kurd û Sune weku 2 welat bûye mijar.
Sozan Bekir got: Di rûniştina parlemanê de nûnerên Îraqê bi dengê 170 parlemanterên hevpeymaniya niştimanî biryara redkirina projeyasaya kongresa Emerîka hate pesend kirinê.
Bekir got jî: Parlemanterên fraksyona Kurdistanî û Yekîtiya hêzên niştimanî weku nîşandana nerazîbûnê li beramberî pesendkirina biryarê ji rûniştina parlemanê vekişiyan. Piştre rûniştin bo roja duşemê hate taloq kirinê.
