Serokwezîr Barzanî: Edî dora Bexdayê
Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re diyar kir ew rojê 550 bermîl petrol ji bo Bexda dişînin û got, ew li bendê nin ku yasaya bûdçeyê were pêkanîn.
Serokwezîr Barzanî anî ziman Hikûmeta Iraqê divê vê mehê trîliyonek û 200 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê bişîne.
Barzanî destnîşan kir peyman li gorî bûdçeyê hatiye diristkirin.
Tê zanîn, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û bûdceyê, 2ê Kanûna sala 2014ê ji aliyê Encumena Wezîran a Iraqê ve hatibû pesendkirin û bibû bingeha qanûna bûdceya sala 2015ê ya Iraqê.
Hewlêr û Bexda Kanûna 2014ê li ser wê yekê li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol (250 hezar ji bîrên îdareya Herêma Kurdistanê û 300 hezar jî ji bîrên Kerkûkê) di bin çavdêriya Bexdayê de bişîne derve.
Rudaw
