Berdevkê DAIŞê tiştek sosret eşkere kir
Melayê DAIŞê Ebû Seid Ensarî ku wek berdevkê wê rêxistinê jî tê naskirin, di xutbeya nimêja îniyê ya îro de ku li mizgefa Xilafe ya bajêr hat kirin, hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Mûsilê eşkere kir.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê ku bi xwe jî tevlî nimêjê bibû, Ebdû Seid Ensarî îdia kiriye ku hejmara kesên ku tevlî DAIŞê dibin roj bi roj zêde dibe û ji her welatekî cîhanê tevlî rêxistinê dibin.
Ensarî her wiha diyar kiriye ku li Iraqê zêdetirî 40 hezar çekdarên DAIŞê hene. Li gorî wî rayedarê DAIŞê, tenê li Mûsilê 20 hezar çekdarên DAIŞê hene.
Hat gotin ku di dema nimêjê de tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin.
Mûsil ji meha Hezîrana par ve di destê DAIŞê de ye.
Rudaw
