Serok Barzanî peyamek pêşkêşî karkeran kir
Bi minasebeta roja cîhaniya karkeran Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir.
Bi minasebeta roja yekê Gulanê ku roja cîhaniya karkerane Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Facebookê peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran û cejna Karkeran germtirîn pîrozbayên xwe pêşkêşî karkerên Cîhan û Kurdistanê dikim. Spasî keda çîna kedkar û hêjayê Kurdistanê dikim û jiber rola û bandora wan ya di prosesa awedan kirina welat de jî destxweşiya wan dikim û bextewerî ji wan re dixwazim.
