Serok Barzanî yek hefte li Amerîkayê dibe
Serdana Serokê Kurdistanê bo Amerîkayê yek hefte berdewam dibe.
Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê Marie Harf di presskonferansa xwe ya rojane de behsa serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo Amerîkayê kir û got: Ew serdana han yek hefte berdewam dibe.
Marie Harf got: Em li bendêne ku roja Yekşemê Serok Barzanî bigehêje Washingtonê û li gel Serokê Amerîkayê, Cîgirê Serokê Amerîkayê bicive.
Harf anî ziman ku jiber ku di dema serdana Barzanî ya bo Amerîkayê wezîrê derve yê Amerîkayê li derveya welate, vê Barzanî li gel Cîgirê wezîrê derve jî bicive û di wan civînan de her du alî behsa çend babetên girîng yên weke hevkariya Amerîkayê bo Kurd, şerê dijî DIŞI û rewşa Îraqê bikin.
