Egera rêkeftineke siyasî navbera PDK, YNK û Goranê heye
Nêzîkbûna Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di qonaxa niha ya proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, bi insiyatîfa Newşêrwan Mistefa ku dixwaze hêzeke 3 koşe di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK), YekîtiyaNiştmanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran avabike ji bo danîna destûrekî dûr ji ezmûna Islamiyan li Kurdistanê.
Çavkaniyekê nêzîk ji Tevgera Goran ji BasNews re ragihan ku, nêzîkbûna di navbera Goran YNKÊ de bi insiyatîfa Newşêrwan bi xwe bû û ji endamên Goran xwestiye ku zemînekî baş ji bo vê nêzîkbûnê peyda bikin, di heman demê de daxwaz ji berpirsên YNKê kirye ku wan serkirdeyên dibin sedema dubendî û cudabûnê ji nav xwe dûrbixin ji bo başbûna peywendeyên Goran û YNKê, mebest ji wê jî di baweriya hin siyasî û dezgehên ragihandinê de ewe ku, her yek ji Kosret Reşûl, Mele Bextiyar û Umer Fetah û çend endamên pîlotbîroya YNKê bên dûrxistin ku Newşêrwan wan dibîne sedemê nakokiyan di nav YNKê de.
Bi gotina çavkaniyeke din di nav YNKê de, vê insyatîfê nakokî xistiye nav endamên YNKê de ji ber her yek ji Hêro Ibrahîm û Qubad Talbanî bi pêşniyara Newşêrwan razîne, lêbelê bi nerîna Mele Bextiyar û Şehnaz Iberhîm ev xweferizkirin li ser YNKê.
Çavkniyekê ji nav Tevgera Goran eşkere kir ku, mebesta nêzîkbûna Newşêrwan ji YNKê ne dijayetiye beramber PDKê, lê belê mebest jê ew ku hêzekî 3 goşe ji PDKê, YNKê û Tevgera Goran pêkbê ji bo nivisandina destûr pêyî hêzên Islamî.
Endamê serkirdayeta Yekgirtû Islamî Ebû Bekir Karwanî ji BasNews re ragihand ku, raste heger her 3 partî bixwazin wî karî bikin dikarin, lêbelê giranbûna hêzên Islamî di piroseya siyasîde rê bi vê yekê nade û got jî: “Ev bîrokek kesayetiye li dijî Islamê û diyare bê kî dixwaze vî karî bike”
Kadiroyê YNKê Dana Seîd Sofî dibêje: “Bi nerîna min ev nêzîkbûn bê pirojeye û tenê ji bo hin pirsane bi taybet pirsa Destûr û pirsa yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê”
Herwiha got jî: “Her du Partî (YNK û Goran) ji hev cudane û wê nikaribin mercan li ser hev pisepînin bi taybet heger girêdayî serkirdeyê YNKê bin, destûr jî sîstemek xwe taybet heye”
Di heman demê de endamê serkirdayetiya YNKê Rehberî Seyid Ibrahîm ji BasNews re ragihand û tekez kir ku, niha peywendiyên me li gel Goran başin lê ji ber ku heta niha di civînek fermî de YNKê ev mijar gotûbêj nekiriye, lewma ne diyare ew pêşniyarî ji aliyê Gorane yan ji aliyê YNKê ye.
Herwiha got jî: “Heta ku ew pirs di nava serkirdeyên YNKê de neyê gotûbêj kirin, nayê diyarkirin gelo YNkê jê raziye yan na”
Ji aliyê xwe ve çavdêrê siyasî û maosteyê zanîngeha Silêmaniyê ji BasNew re tekez kir ku, nêzîkbûna Goran û YNKê nêzîkbûnek “Tektîkî ye” û ne sitratîcîke û got jî: “Dema ez dibêjim ne sitratîciye mebesta min ewe ku ew mijarekî demkiye û ji bo çend mijarekî diyarin”
Amaje bi wê jî kir, nêzîkbûna Goran ji PDKê bêhtire ji nêzîkbûna wê ji YNKê re ji ber heta niha sedemên cudabûnê di navbera her du partiyan de sar nebûye, lewma ew di vê qonaxê de tenê bi rengekî tektîkî û ji bo hin mijarên diyarkirî ji hev nêzîk bibin.
Basnews
