• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parçe zevî ji bo malbatên şehîdên cenga dijî terorê

Parçe zevî ji bo malbatên şehîdên cenga dijî terorê

Civata wezîrên herêma Kurdistanê, duh roja pêncşemiyê 30.04.2015ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya û di civînê de biryar de ku parçe zevî yan xanî ji malbatên şehîdên cenga dijî DAÎŞê re bên dabîn kirin.

Di destpêka civînê de, serokwezîr û cîgirê serokwezîr behsa civîna xwe ya heftiya çûyî ya digel serokatiya parlamentoya Kurdistanê kir û ew civîn bi civînek erênî ji bona hevkarî û hevahengiya di navbera her du serokatiyan de wesif kir.

Di civînê de, Ehmed Enwer serokê Desteya Destpakiyê li herêma Kurdistanê ku, ew jî mêvanê civînê bû, behsa kar û çalakiyên desteyê û hevahengiya wê digel civta wezîran û desthilata cîbicîkar kir û ew arîşe û pirsgirêkên dikevin pêşiya xebatên desteyê berçav kirin. Serokwezîr piştevaniya xwe ji bo xebat û çalakiyên Desteya Destpakiyê nîşan da.

Newroz Mihemed wezîra şaredarî û tûrîzmê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, di civînê de, raporek li ser pêkhate, kar û çalakiyên wezaretê di kabîneya heştem ya hiukûmeta herêma Kurdistanê de pêşkeş kir û piştî ew rapor ji aliyê wezîran ve hatiye nirxandin biryar hat dan ji bona serastkirina raporê komîteyek ji wezîrên peywendîdar bê pêkanîn û di nava mehekê de raporê serast bikin daku di civîna bê de biryar li ser bê dan.

Di civînê de biryar hat dan parçe zevî yan xanî ji bo malbatên şehîdên cenga dijî terorê bên dabîn kirin.
Wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta herêmna Kurdistanê, di civînê de, pirojeqanûna Civata Pizîşkan li herêma Kurdistanê pêşkeş kir û piştî ew pirojeqanûn hatî nirxandin, ji aliyê civînê ve hat qebûl kirin.

Elî Sindî wezîrê pilandananê behsa pirsgirêkên belênderan û kompaniyan kir û civata wezîran bi navê tev wezaret û saziyên hikûmetê sipasiya belênderan û kompaniyên cîbicîkirina pirojeyan bi giştî û bankeyan kir ku, tevî kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê, wan rewş li ber çavan girt û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê kir, civata wezîran hemû wezareta raspardin ku, bi hemû îmkanên xwe hewila çareserkirina pirsgirêkên belênderan bidin.

Li dawiyê, civata wezîran yekê gulanê, cejina karkerên cîhanê, li hemû karkerên Kurdistanê pîroz kir.
Top