Barzanî, serokê bê dewlet ku li Koşka Spî tê pêşwazîkirin
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Marie Harf di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê ragihand: "Serdana Barzanî wê roja yekşemê ya bê destpê bike û wê ligel Barak Obama û Cîgirê Joe Biden bicive."
Marie Harf wiha got: "Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Amerîkayê wê heftiyekê berdewam bike."
Harf bal kişand ku ev serdana yekê ye ji Barzanî re piştî 3 salan, ku di demekê de ye ku pêwendiyên siyasî û leşkerî di navbera Başûrê Kurdistanê û Amerîkayê de gihîştine asteke dîrokî.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha domand: Barzanî wê ligel berpirsên îdareya Obama de li ser hejmareke pirsan gotûbêjan bike, wek piştevaniya bihêz û berdewam a Amerîka bo Kurdistana Iraqê û gelê kurd.
Pêşwaziya Washington li Barzanî di vê asta bilind e, pêwendî bi wan guhertinan heye ku li piştî ketina rejîma Beasê li Iraqê qewimîn û hiştin ku kurd bibin xwedî bandoreke mezin li navçeyê.
Harf bal kişand ku Barzanî di serdana xwe de ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry nacive, ji ber ku bi gotina wê Kerry wê di dema serdana Barzanî de li derveyî Amerîka be.
Marie Harf herwiha ji Rûdawê re got: "Barzanî wê li şûna Kerry ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Tony Blinken bicive."
Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê ragihand ku Barzanî wê li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka ligel Blinken civîneke dûr û dirêj lidar bixe û tê de behsa asta hevkariya di nabera Başûrê Kurdistan û Amerîkayê bike.
Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, David Mack wiha got: “Sala 1991ê, dema Barzanî wek serkirdeyekî xort hat Washingtinê, ez pilebilindtirîn berpirsbûm ku ligel wî civiyam. Ji wê demê heta niha gellekî bandora wî zêdetir bûye. Ew bandora ku bi dest aniye bi awayekî mezin sedema wê siyaseta xwe ya pirakmatîk e. Her dema ku pêwîst bûbe, ligel Bexda û Enqereyê jî lihev kiriye.”
Rudaw
