• Tuesday, 17 February 2026
logo

Recewî: Îran li pişt DAIŞê ye

Gulan Media April 30, 2015 Nûçe
Recewî: Îran li pişt DAIŞê ye
Dijbera Îranî ya navdar Meryem Recewî ragihand ku, Îran li pişt DAIŞê ye û wê hişt ku ew rêxistin derkeve.

Di konferensekî vîdyoyî de ji Parîsê li pêş Komîteya Karûbarên Derve ya Kongres a Amrîkayê, duh, 29ê Nîsanê, Seroka Encûmena Niştimanî ya Berxwedana Îranê Meryem Recewî got: “Rejîma Îranê alîkar bû ji bo derketina rêxistina Dewleta Islamî.”

Meryem Recewî diyar dike jî ku “komkujiyên sine li Iraqê hişt ku rêxitsina DAIŞê çêbibe.”

Wê dijbera îranî êrîşa xwe li ser sîstema wî welatî berdewam kir û got: “Rejîma Îranê teror çêkiriye, tevî cudahiyên wan, lê DAIŞ û desthilatdarên radîkal li Îranê ji hev gelek nêzîk in, dibe jî ku hevahengî di navbera wan de hebe.”

Basnews
Top