Dayika sê şehîdan li Parlementoya YEê ye
Dayika sê pêşmergeyên şehîd beşdariya civîna parlementoya YEê kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de duh dayika sê pêşmergeyên ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de şehîd bibûn û kiçeke Ezidî yaku ji destê terorîstên DIŞIê hatibû rizgarkirin, serdana parlementoya YEê kirin û di civîna parlementoya YEê de amade bûn.
Di yekem hevdîtina xwe de dayika sê şehîdan û kiça Ezidî li gel Serokê komîteya dostaniya Kurdistan û parlementoya Ewropayê civiyan.
