“20 kurd di nava Heşda Şeibî de bûne qurbanî”
Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd îro, 30 Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, bi rêya pereyan çend welatiyên kurd tevlî Heşda Şeibî bûne û got: “Me serdana navçeyê kir, derbarê wê metirsiyê de jî meha borî me nivîsek arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir daku çareseriyekê bo hebûna Heşda Şeibî li wan navçeyan bibîne, ji ber ku hêza wan li wan navçeyan heye û xwelkên me ji xwe re dibin.”
Nesredîn Seîd diyar kir ku, li gor zanyariyên di dest wan de “bêhtir ji 20 xortên kurd di rêzên Heşda Şeibî de bûne qurbanî.”
Navborî amaje kir jî ku, heta niha ti amar derbarê hejmara kurdên di nava Heşda Şeibî de nîne û got: “Lê me serdama çend navçeyan kir û ji me re derket ku gelek xelkên kurd di nava Heşda Şeibî de ne.”
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku, hebûna hejmarek kurd di nava Heşda Şeibî de rewşek asayî ye û got: “Kurd di nava DAIŞê de hene, hebûna kurdan di nava Heşda Şeibî de jî ne sosret e.”
Cebar Yawer got jî: “Di nava rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî hejmarek ereb hene, bi taybet li wan navçeyên ku berê ji wan re digotin navçeyên cihê nakokiyê û niha di dest Pêşmergeyên Kurdistanê de ne.”
Piştî êrîşa çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li ser Iraqê, lêvegera şîeyên Iraqê Ayetulla ELî Sîstanî fetwaya pêkanîna Heşda Şeibî derkir. Hejmara çekdarên wê 50 hezar kes e, di nava wê hêzê de 42 firqeyên cûda hene. Hebûna wê hêzê jî li Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê heye.
Basnews
