• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî biryarek Amerîka derbarê Kurdan red dike

Gulan Media April 30, 2015 Nûçe
Ebadî biryarek Amerîka derbarê Kurdan red dike
Hikûmeta Iraqê pirojeyasayek kongirêsa Amerîka red dike bi sedema ku ew pirojeyasa wek 2 dewelet têkiliyê li gel Kurd û Suneyên Iraqê dike.

Duh 29 Nîsanê di daxuyaniyekê de bîroya ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, di dema ku Iraqê ji hemi dewletên cîhanê hêvî dike ku piştevaniya wê bikin di şerê li dijî DAIŞê de ev nûçeya ji aliyê amerîka bi şêweyî tê bihîstin û tekez jî kir ku: “Rê jibo perçekirina Iraqê bi ti hawî nayê dan, jiber divê tenê di riya Hikûmeta Iraqê çek bighê her aliyekî”

Bîroya Ebadî ew jî tekez kir ku,ev pirojeyasa hişt ku komîta peywendiyên derve ya Amerîka di çavê hemî Iraqiyan de reş bibe, dibe sedema dabeşkirina herêmê, lewma em bihêvîne kongirês vê pirojê pesend neke.

Îro komîta karûbarê derve ya (Kongirêsa Amerîka) pirojeyasayek pesend kir ku wek 2 welat li gel Pêşmerge û Hêzên Bergiriya Niştimanî (Suna) bike, bi mebesta ku alîkarên Amerîka yekser bighên Kurd û Suna.

Basnews
Top