• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jenosîd nasandina “reşkujiya” kurdên êzdî dibe rojeva kurdistanê

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
Jenosîd nasandina “reşkujiya” kurdên êzdî dibe rojeva kurdistanê

Herêma Kurdistanê hewl dide ku tawanên li dijî kurdên êzdî wek jenosîd li cem Dadgeha Tawnanên Navdewletî bide nasîn.

Îro, 29ê Nîsanê, Wezîrê Şehîdan, Wezîrê Karûbarên Civakî û Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê serdana Parlementoya Kurdistanê kirin û ji aliyê serokê parlementoyê Yûsif Mihemed Sadiq û sekreterê parementoyê Fexredîn Qadir ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinekê de, wezîrên peywendîdar ên wê babetê zanyarî derbarê hewl û pêngavên taybet bi jenosîd nasandina tawanên li dijî kurdên êzdî ji aliyê “terorîstên” rêxitsina Dewleta Isalmî ya radîkal (DAIŞ) diyar kirin. Herwiha amaje kirin ku komdengiyeke navxweyî û navdewetî derbarê jenosîd nasandina wan tawanan heye.

Serokê Parlementoya Kurdistanê jî diyar kir ku, berî niha wan ew dose li Lahay tevgerandine û got: “Niha kondengiyek heye û pêwîste hemû aliyek kar ji bo serxistina proseya jenosîd nasandina tawanên reşkujiya êzdiyan bo destê terorîstên DAIŞê, bike.”

Navborî diyar kir ku, ew niha belgeyên taybet bi wan tawanên “mezin” ên li dijî kurdên êzdî hatine encamdan “wek demkomên biparêzin.”

Basnews
Top