• Tuesday, 17 February 2026
logo

AMERÎKA- Doseya Barzanî de "Serxwebûn" heye

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
AMERÎKA- Doseya Barzanî de
Hefteya bê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê serdana Amerîkayê bike û çendîn pirsên girîng li wir gotûbêj bike. Li gorî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, Barzanî wê li Amerîkayê behsa “Dewleta Kurdî” jî bike.

Şerê kurdan ligel rêxistina DAIŞê, şerê rizgarkirina Mûsilê û diyarkirina sînorê Herêma Kurdistanê di nava Iraqê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, dê mijarên serdana Barzanî bo Amerîkayê bin, lê ji wan mijaran mezintir, doseyaDewleta Kurdî ye.

Fuad Husên dibêje, “Barzanî vê carê, wê bi eşkere û bi zelalî wê doseyê ligel xwe bibe Koşka Spî û li pêşiya Serokê wî welatî Barack Obama deyne.”

Beriya niha, Amerîka li ser daxwaza Barzanî, navê herdu partiyên Başûr, PDK û YNKê ji lîsteya reş de derxist, ku ev merca wî bû bo serdana Amerîyayê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di cîvîna Barzanî ligel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, Mesûd Barzanî ragihandibû ku, siyaseta Amerîka niha li hember Dewleta Kurdî hatiye guhertin, bi taybetî jî piştî şerê DAIŞê. Herwiha Barzanî gotiye ku, nerazîbûna ji Dewleta Kurdî Amerîkayê nemaye û eger li ser 3 mitran be jî, dê her Dewleta Kurdî were ragihandin.

Ev cara 4ê ye ku Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin, lê Fuad Husên dibêje: “Serdana vê care pir cuda ye û şerê li dijî DAIŞê gellek tişt guhertine.”

Siyasetmedarê kurd, Mehmûd Osman daxwaz dike ku kurd xwe rêk bixin û piştgîriya serdana Barzanî bo Amerîkayê bikin, lê bi nêrîna wî, piştevaniya Amerîkayê bo Dewleta Kurdî ne hêsan e.

Rudaw
Top