• Tuesday, 17 February 2026
logo

Fermandarê Pêşmerge: Em deyndarê xelkê Kobanî ne

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
Fermandarê Pêşmerge: Em deyndarê xelkê Kobanî ne
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî, ku îro gihîştin Hewlêrê, spasiya televîzyona Rûdawê kir ku her ji serî de û heta îro ligel karwanê Hêzên Pêşmerge bûye û got ku, ew deyndarê xelkê Kobanî ne.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî, Emîd Telet Zirarî ji Rûdawê re ragihand: “Ez gellekî spasiya televîzyona Rûdawê dikim û silavê xwe jê re dişînim, ku ji destpêka çûna Pêşmerge bo Kobanî û heta niha ligel wan bûye û karê xwe dikir.”

Emîd Telet Zirarî wiha got: “Ez silavê xwe ji xelkê Kobanî re dişînim. Em deyndarê xelkê Kobanî ne. Bi hêviya xwedê di demeke nêzîk de wê Kobaniyeke nû were avakirin. Kobanî bûye xuşka Helebceyê û navê kurdan li cîhanê belav kir, ku wê bibe xwedî pêşerojeke baş.”

Zirarî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê wiha domand: “Li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de em vegeriya ne. Divê di serî de em spasiya Hikûmeta Tirkiyeyê bikin ku rêya çûnê ji me re vekir.”

Wî fermandarê Pêşmerge derbarê sedema vegera xwe û di persiva pirsa ku, gelo hêzên YPGê dixwestin Pêşmerge vegerin Başûrê Kurdistanê ya na, wiha got: “YPGê dixwest em li wir bimînin. Bi taybetî ji bo navçeya Girê Spî ya di navbera Cizîrê û Kobanî de.”

Telet Zirarî wiha domand: “Eger ew rê bê vekirin, dê rêya Kobanî bo Başûrê Kurdistanê vebe. Ji ber vê yekê wan dixwest em li wir bimînin û pêwîst jî bû ku em li wir bimînin, lê biryar ne di destê me de bû, di destê Wezareta Pêşmerge de bû.”

Derbarê çekên Pêşmerge ku wê ligel xwe vegerînin, wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Pir pêwîstiya YPGê bi wan çekan hebû, wek çawa pêwîstiya me li Başûr bi çekan heye. Lê ew çekên ku me biribûn li gorî lîsteyê bûn û gerek me hemû vegerandana.”

Herwiha Fermandarê Pêşmerge li Kobanî, Salar Cebarî ji Rûdawê re ragihand: “Vegera me bi razîbûna YPGê bû.”

Ji aliyê xwe ve, pêşmergeyek ku Kobanî vegeriya ye wiha got: "Dema em vegeriyan hemû giriyan. Ne dixwestin ku em vegerin.”

Eqîd Mîqdad Feyizî Mizûrî, ku fermandarê karwanê yekem ê Pêşmerge bû li Kobanî ji Rûdawê re ragihand: “Dema em çûn tenê % 15 di destê YPGê de mabû û di nava 40 rojan de, me karî % 55ê Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Mizûrî wiha domand: “Xelkê Kobanî digotin dîtina Pêşmerge ji me re xewn bû. Herwiha hesteke birayetî û nîştîmanî di navbera me û YPGê de hebû.”

Heta niha 4 karwanên Hêzên Pêşmerge çûbûn Kobanî û di şerê li dijî çekdarên DAIŞê li Kobanî de pêşmergeyek şehîd bibû û tenê çend Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Karwana yekem ya Hêza Pêşmerge di 28ê Cotmeha sala 2014an li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê çûbû Kobanî.

Piştî 35 rojan, ew karwan vegeriya û karwana duyem di 3yê Kanûna borî de çû wî bajarê Rojavayê Kurdistanê. Karwana sêyem ya Hêzên Pêşmerge di 15ê Çileya 2015 ber bi Kobanî ve birê ketibû.

Rudaw
Top