Serok Barzanî pîrozbahiyê li Radyoya Hêlîn kir
Birêz Birêveber û Karmendên Radyoya Hêlîn
Silav û rêz..
Bi helkefta dûyemîn salvegera destpêkirina weşan û pexşa Radyoya Hêlîn ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.
Xweşhalim ku Radyoyekî taybet bi jinan bi vî awayî serkeftiyane kar dike û dengê we digihe hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê. Destxweşiyê jî li Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim ku Radyoya Hêlîn damezrandiye heta bikarê bibê kanalekî rastgoyane ya bergirîkirina li mafên jinên Kurdistanê û girîngiyê bi pirsên civakî bide.
Erkê we yê jinên ragihandinkar bi giştî û karmendên wê radyoyê gelek girîng û hestiyare û pêwîste ji bilî bergirîkirina li mafên jinan û parastina bihayên bilindên gelê me û asayîşa civakî, li heman demî de dirêjepêderê rola pir girîngê jinên Kurd ya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê da bin.
Li vê rewşa niha de ku li şerê bergirîkirina li ax û kerameta gelê me dayin, erkê navendên ragihandinê li her demekî hestiyartir û girîngtire. Xweşhalim ku dibînim li vê demê de we erkekî zehmettir, lê belê pîroz girtiye stûyê xwe û bûne dengê Pêşmergeyên me yên qehreman û heman demî de we hewl daye yek bi yek serdana malbatên serbilindê şehîdan bikin.
Destxweşiyê li we dikim û hêvîdarim her bi vî awayî li pêşketin û serkeftina berdewam da bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/04/2015
