• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encumena Asayişa Kurdistanê: Cîgirê Waliyê DAIŞê yê Kerkûkê hate kuştin

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
Encumena Asayişa Kurdistanê: Cîgirê Waliyê DAIŞê yê Kerkûkê hate kuştin
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kuştina cîgirê waliyê Kerkûkê yê rêkxistina terorîstiya DAIŞê ragihand.


Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê duh sêşembe di daxuyaniyekê de ragihand:´´ êvariya îro li nzêîkî qeza Hewîce mezine terorîst Elai Sair Ehmed El´izawî naskirî bi Ebû Qasim cîgirê waliyê Kerkûkê yê rêkxitina terorîstiya DAIŞê di proseyeke sîxorî ya Birêveberatiya Giştî ya Dije-terorê de ya ser bi Encumena Asayoşa Herêma Kurdistanê ve û bi piştevaniya firokeyên cengî yên Hevpeymanan bi armanc hate girtin û hate kuştin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ku ´´Ebû Qasim serpireştiya her du kirdarên terorîstiyên li Hewlêrê, ewa di 19/11/2014 de li berdem parêzgariya Hewlêrê û ewa di 17/4/2015 de li taxa Enkawe ya Hewlêrê kiriye.

Herwiha di evê daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ew berpirsê DAIŞê serpireştiya çendîn kirdarên terorîstiyên din bi taybetî li bajarê Kerkûkê kiribû.

Top