Kantona Kobanê: Vegera Pêşmergeyan valahiyekê çêdike
Serokê Desteya Bergirî yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen ragihand ku, dê vegera Pêşmergeya ji Kobanê “valahiyekê peyda bike”, ragihand jî ku rola Pêşmergeyan gelek bi bandor bû di şer li dijî çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de li wî bajêrî.
Îro, 29ê Nîsanê, karwana dawî ya Pêşmergeyên Kurdistanê bi temamî ji Kobanê vegeriya, hejmarek ji Pêşmergeyan jî li Kobanê mane da ku piştire ligel çekên giran vegerin Herêma Kurdistanê.
Ismet Şêx Hesen (ji malpereke kurdî re) balkişande ser rola Pêşmergeyan di azadkirina Kobanê de û diyar kir ku, Pêşmerge ber bi “banga” Kobanê ve hatin û hatina wan “piştgiriyek meinewî bû û canê yekîtiya niştimanî” pêkanî.
Navborî got jî ku, Pêşmergeyan roleke girîng di dîtin di rêzên “pişt” de û di topbarankirina pêgehên çekdaran de, daku rê ji bo pêşdeçûnên şervanan xweş bikin.
Basnews
