Pêşmerge bi temamî ji Kobanê vegeriyan
Îro, 29ê Nîsanê, karwana êncem a Pêşmergeyên Kurdistanê yên ku 40 rojî li Kobana Rojavayê Kurdistanê mabûn, gehişte Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bi merasîmeke taybet jî ew Pêşmerge hatin pêşwazîkirin.
Vegera Pêşmergeyan ji Kobanê piştîrêkeftina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Tirkiyê hat.
BasNews yekem dezgeha medyayî ya kurdî û cîhanî bû ku nûçeya vegera temamî ya Pêşmergeyan ji Kobanê belav kiribû.
Serpereştiyarê Pêşmergeyan li Kobanê Yasîn Xerîb berî nih ji BasNewsê re diyar kiribû ku “Dê bêhtir ji 120 Pêşmergeyî ji Kobanê bighin firokexaneya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û ji wêde dê bên Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, birar e jî merasîmeke taybet ji bo vegera Pêşmergeyan bê li darxistin.”
Derbarê çek û pêwîstiyên leşkerî yên ku Pêşmergeyan ligel xwe biribûn Kobanê de, Xerîb wiha diyar kir “Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Tirkiyê rêkeftine ku, piştî vegera Pêşmergeyan pêngav bi pêngav dê çek û pêwîstiyên leşkerî bi çend qonaxan bighînin Başurê Kurdistanê.”
Berî niha û li gor rêkeftina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Tirkiyê û Amerîka, erê Pêşmerge li Kobanê 3 meh bûn, da ku mil bi milê şeranên kurd şerê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bikin, heta ku armanaca wan bi azadkirina Kobanê di 26ê Çileya borî de pêk hat û praniya gundewarên bajar jî azad kirin.
Derbarê dirêjkirina heyama mayîna Pêşmergeyan li Kobanê jî, çavkaniyekê taybet ji heftenameya Bas re got: “Di serdana xwe ya dawiyê de bi Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan BArzanî daxwaz kiribû ku, Pêşmergey heta nemana metirsiyê li ser Kobanê bimînin, Tirkiyê jî razî bibû.”
Karwana yekam a Pêşmergeyên Kurdistanê roja 28ê Cotmeha sala 2014an ji Başûrê Kobanê birêketibû, roja 31ê heman mehê jî derbasî Kobanê bibûn.
Basnews
