• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jinên kurd, tirk, erep, ermenî dê bi HDP'ê re jiyana nû ava bikin

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Jinên kurd, tirk, erep, ermenî dê bi HDP'ê re jiyana nû ava bikin

Partiya Demokrasiya Gelan HDP, ku danêzana xwe rojên borî aşkere kir û bi namzetên xwe yên ji her derdorên civakê nîşandayîn bala hemû kesî dikêşe. Namzetên HDP'ê yên Stenbolê jî xwedî nasnameyên jin, kurd, elewi, erep, tirk in. Namzetan bang li hemû gelan kirin ku ji bo jiyana nû bi hevre ava bikin di HDP'ê de cih bigrin.

Namzeta HDP'ê ya Herema Duyemîn a Stenbolê Gulsum Agaoglu ya bi eslê xwe tirk e sedema xwe ya çima HDP'ê ji ajansa DÎHA`yê re got: "Ji ber polîtîkayên HDP'ê yê jinê, ji ber di rêziknameya we de nûnêrtiya hevpar heye û pergala hevserokatiye heye ez dibêjim HDP'ê.

Namzeta HDP'ê ya Herema Yekemin a Stenbolê Hulya Avşar jî bi nasnameya xwe ya erep di listeya HDP'ê de cih digire got: "Divê yek HDP'ê wek avahiyeke civakî bibînê. Civak encak bi azadiya jine re azad bibe. Ji ber we jî li ser azadbûna birdoziya jinên dê xebatên me berdewam bikin û em ê tekoşineke mezin li ser ve yeke bidin meşandin. Ji ber vê jî em ê di nav hewldaneke ku jiyaneke hevpar ava bikin de bin."
Namzeta HDP'ê ya Herema Duyemîn a Stenbolê Arîfe Çinar jî xwediye nasnameya elewî û kurd e got: "Jin im, kurd im û elewî me. Ji bo ku li Tirkiyeyê bikaribim bijîn di HDP'ê de bûme namzet û ezê li dijî hişmendiya ku jinê tune dikin siyasetê bikin û têkoşînê bimeşînin.

Namzeta HDP'ê ya Herama Duyemin a Stenbolê Flor Oluk Benlî jî jineke ermeniye got, "Ez bi gotinên ne baş yên ji ermeniyan re dihatin gotin mezin bûm. HDP partiyekî hemû kes bi renge, şekle, çanda û fîkre xwe siyasetê bikê ye .

Benlî got: "Gotina min a yekemîn dê ew bê ku ez bi xaça di situyê xwe de herîm meclîse be. Heke ez biçim meclîse ji bo ermeniyan çi ji deste min were an go ji bo ermeniyan çi bên kirin ez ê bikim.

Jêder: DÎHA
Xendan
Top