Serokomarê Ermenistanê spasiya gelê Kurdistanê kir
Duh duşeme 27/4/2015 cîgirê serokê lawên demokrat ya cîhanê, bi awayekî fermî beşdarî di 100 saliya jenosîdkirina Ermenan li bajarê Yerîvanê paytexta Ermenistanê kir û ji aliyê serokomarê wî welatî Sêrc Serkîsiyan ve hate pêşwazî kirinê.
Cîgirê serokê lawên demokrat ya cîhanêFelah Hesen ji Xendanê re ragihand: Bi nûnertiya lawên demokrat ên cîhanê ku 93 welat têde endame û li şûna lawan û xelkê Kurdistanê di çarçoveya bîranînê de li Yerîvanê paytexta Ermenistanê, me peyama fermî ya serxweşiya xwe li yada 100 saliya jenosîda Ermeniyan gîhande serokomar û gelê Ermenistanê.
Hesen got: Li beramber de serokomarê Ermenistanê jî spasiya parleman û xelkê Kurdistanê kir ku ji karesata hatiye serê wan têdighên û hewla wê yekê didin komkujiya Ermeniyan bi jenosîd binasînin.
Felah Hesen behsa wê yekê jî kir ku: Serokê Ermenistanê behsa jenosîda gelê Kurd di serdema Sedam Hisên kir û got ku hûn li karesata me têdighên, em jî bi heman awayî ji karesata jenosîda we têdighên.
Li dawiya merasîmê jî cîgirê serokê lawên demokrat ya cîhanê diyariyek pêşkêşî serokê Ermenistanê kir û daxwaz jê kir ku zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.
Xendan
