• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropa biryar da nûnerê Kurdistanê beşdarî civînên wê Yekîtiyê bibe

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Yekîtiya Ewropa biryar da nûnerê Kurdistanê beşdarî civînên wê Yekîtiyê bibe
Yekîtiya Ewropayê li ser daxwazeke Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razî bû ku nûnerê Herêma Kurdistanê li Ewropayê di civînên Yekîtiya Ewropayê de û di hemû astan de, beşdar be.


Pêştir rêkevtineka hevkarî û hevalbendiyê di navbera Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Iraqê de di sala 2012an de û bi bê amajedan bi navê Herêma Kurdistanê û bi bê beşdariya nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû îmzakirin, lê wê carê li ser daxwaza Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ewropa biryar da ku nûnerê Herêma Kurdistanê di kombûnên wê Yekîtiyê de û di ser hemû astan de beşdar bibe.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî di evê bareyê de ragihand: “Piştî gotûnêjkirina vê mijarê ligel berpirsên Ewropayê ji aliyê Serok Barzanî ve, ku Nûnerê Herêma Kurdistanê li Ewropayê di civînên wan de û di hemû astan de, beşdar bibe. Yekîtiya Ewropa li ser wê daxwazê biryar da ku Hikûmeta Kurdistanê bi rêya nûnerê xwe li Ewropayê beşdarî civînên navbera hemû astên pispor û komîte û wezîran de bibe.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Delawer Ajgeyî herwiha got: “Bêguman ev serkevtineke din e ji kurdan re ji aliyê deplomatîk de, li cîhanê.”

Top