• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmergeyên birîndar gihiştin Almanyayê

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Pêşmergeyên birîndar gihiştin Almanyayê
5 pêşmergeyên bi giranî birîndar ji bo dermankirinê gihiştine Berlînê.

Li gor nûçeyeke di malpera artêşa Almanyayê de belavkirî, 24ê vê mehê 5 pêşmergeyên bi giranî birîndar ji bo dermankirinê gihiştine Berlînê û li nexweşxaneya leşkerî ya wî bajarî tên dermankirin.

Piştî ku bijîşkên kurd û 2 bijîşkên Artêşa Almanyayê jî li Hewlêrê biryar dan ku ew 5 pêşmergeyên bi giranî birîndar nikarin bi başî li Kurdistanê bên dermankirin, biryar hat dayîn ku ew ji bo Almanyayê bên şandin.

Ji bo anîna pêşmergeyên birîndar bo Almanyayê, roja çarşema borî tîmeke bijîşkî ya Artêşa Almanyayê ya ji 7 kesan ji Almanyayê firiya Kurdistanê û pêşmerge bi xwe re anîn Almanyayê. Heta başbûna tendirustiya wan ewê li Almanyayê bên dermankirin.

Di meha Çîleya îsal de jî dîsa 5 pêşmergeyên bi giranî birîndar bo dermankirinê gihiştibûn bajarê Ulm yê li başûrê Almanyayê û piştî başbûna wan ew dîsa vegeriyan Kurdistanê.

Di çarçoveya arîkariya leşkerî ya Almanyayê ji bo Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, ji bilî şandina cebilxaneyên leşkerî, arteşa Almanyayê arîkariya bijîşkî jî bi pêşmergeyan re dike.

Rudaw
Top