Serkirdeyekî Kurd yê DAIŞ hate kuştin
Fermandarê operasyonên Enbarê kuştina fermandarê emnî yê rêxistina terorîstî yê DAIŞ bi navê Ebo Îslam Kurdî li navçeya Enkorî ya li başûrê bajarê Rumadiyê ragihand.
Mihemed Xelef ragihandiye ku: duh duşeme, balafirên şer ên artêşa Îraqê, komeke terorîstên DAIŞ li dibîstana Forqan li navçeya Enkorî ya li başûrê Rumadî bombarduman kir û di wê bombardumanê de hejmarek çekdarên DAIŞ û embarekî çek û teqemeniyê jî hate teqandinê.
Fermandarê operasyonên Enbarê Mihemed Xelef got: Berpirsê serbazî yê grupa terorîstî Ebo Îslam Kurdî jî di wê bombardumanê de hatiye kuştinê.
Xendan
